Cotmeh 19, 2020 21:24 Asia/Tehran
  •  Mehcûb: Di civînên 5+5 de rola saziyên leşkerî hate nîqaşkirin

Efser Xalid Mehcûb gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya Hêzên Xelîfe Hefter ku pê re Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê dibêjin got, civînên Cinêvê yên komîteya 5+5 a leşkerî bi hevdîtina yekemîn a bi rêya şandeya navneteweyî pêk hat.

Mehcûb diyar kir ku di civînê de berpirsiyariya endamên komîteyê hat eşkerekirin. Endaman niqaşên erênî der barê tevahî hûrgiliyên nexşekirina pêngavên ber bi avakirina saziyên de vekirin. Ji ber ew sazî aramî û ewlehiyê pêk tînin.

Mehcûb îdia kir ku rêveçûna leşkerî û ewlehî ji bo lîbyayan a herî girîng e û bingeha xebata aramiya pêşerojê ye. Pê re jî lihevkirina rastîn çêdibe ku alozî û parçebûnê bi dawî dike. Ew jî li gorî encamnameyên kongreya Berlîn û însiyatîfa Qahîreyê ye.

Mehcûb herwiha îdia kir ku hêzên çekdar dê welat ji terorê paqij bikin.

Serepeyv