Îlon 17, 2020 23:59 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên karkerî li Fransayê

Gelê Fransayê bona piştgiriya ji karker û kedkarên vî welatî bi dû ji destdana derfetên kar û şuxilan li bajarên curbicur xwenîşandan li dar xistin.

 Nêzîkî hezar kes ji xelkê Fransayê li ber nivîsgeha karistana Mêkafiyê li Şatêlroyê li rojava Fransayê kom bûn û piştgiriya xwe ji kedkarên vê karistanê ragehandin. Ev xwenîşandan li halekê hat ldarxistin ku  ji navbirina 42 derfetên kar û xebatê ji 500 derfetên kar û xebatê yên vê karistana çalak li berhemanîna pirtiyên mekanîkî yên  li beşa hewavaniyê hatiye texmînkirin. 

 Ajansên nûçeyan ên Fransayê (AFP) li bara xwenîşandana roja pêncşemiyê ya Sendîkayên karkerî yên Fransayê li bajarê Tolûzê jî agahî dan. 

 Gelê bajarê Îsnovîlê li bakurê Fransayê jî bona protestokirina kêmkirina hêzan li yek ji ceribîngehên vî welatî xwenîşandan bi rê xistin. Kedkarên ceribîngeha Bûayronê roja çarşemiyê bona protestokirina kêmkirina  hêzan li vê beşê û ji desdana şuxilê xwe xwenîşandan li dar xistn. Şîrketa fransî ya Boayronê li warê berhemanîn û belavkirina dermanên  Homyopatiyê ku 17 milyon Euro sûd daye xwedî pişkan, dixweze 464 defetên kar û şuxilê li vî welatî kêm bike. 

Serepeyv