Îlon 10, 2020 11:37 Asia/Tehran
  • Li parzemîna Afrîqayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê milyonek û 328 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên bi Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 328 hezar û 263yan.

Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike, li parzemîna Afrîqayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 365 zêde bû û derket milyonek û 328 hezar û 263yan.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 161 zêde bû û derket 31 hezar û 962yan.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîqaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 168 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 577 mirinan va Misir û bi 1581 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Komara Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyan derket 642 hezar û 431î, dû vî welatî bi 100 hezar û 403 pêketiyan va Misir, bi 77 hezar û 878 pêketiyan va Fas tê.

Li Afrîqayê hejmara nexweşên ku baş bûne jî miyonek û 63 hezar û 653 kes in.