Îlon 10, 2020 11:36 Asia/Tehran
  • Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 28 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 28 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrûsê derket 28 milyon û 25 hezar û 252yan.

Li ser rûyê dinyayê jimara pêketiyan herî zêde li Amerîkayê ye. Li Amerîkayê 6 milyon û 549 hezar û 475 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Ji dû Amerîkayê ra 10 welatên ewil ên ku jimara pêketiyan lê zêde ye bi rêzê wiha ne:

Hindistan (4 milyon û 465 hezar û 863), Brezîlya (4 milyon û 199 hezar û 332), Rûsya (milyonek û 41 hezar û 7), Peru (702 hezar û 776), Kolombiya (686 hezar û 856), Meksîka (647 hezar û 507), Afrîqaya Başûr (642 hezar û 431), Îspanya ( 543 hezar û 379), Arjantîn (512 hezar û 293) û Şîlî (427 hezar û 27).

Kovîd-19 li Wuhana bajarê Çînê derket holê û belayî ji 200î zêdetir welat û herêman bû. Li ser rûyê dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê 908 hezar kes mirin.

20 milyon û 103 hezar û 536 kesên ku bi vîrûsê ketibûn, qenc bûn, tedawiya 7 milyon û 13 hezar û 716 kesan dewam dike.

Serepeyv