Muzakireya Amerîka û Taleban negihêşte encamê
Berdevkê Serokomariya Efxanistanê Sidîq Sidîqî diyar kir ku muzakireya navbera Amerîka û Taleban ya li Qeterê negihêşte ti encamekê.
Sidîqî li pres konferansekê li Kabulê de got:Di muzakireyên navbera nûnerên koma Taleban û Amerîkayê de yên li Qeterê ku ser kêmkirina şidet û pevçûnan an agirbesê pêk hatibû ti pêşketinek çû nebû.
Berdevkê Serokomariya Efxanistanê qebûlkirina agirbesê ji aliyê Taleban pêwîst da zanîn û got: Ji bo damezirîna aştî û ewlehiyê li Efxanistanê divê koma Taleban rasterast bi dewleta vî welatî re bikeve muzakireyê.
Sidîqî di dawiyê de got: Kutakirina şer û pevçûnê û damezrandina aştiyê li Efxanistanê bûye karê sereke ji dewleta vî welatî re.
Heya niha 11 dewran muzakire di navbera merîka û Taleban de li Qeterê li dar ketine ku her du aliyan nehêştine ku dewleta Efxanistanê jî tê de beşdar bibe.
Bêencambûna muzakireya Amerîka û Taleban li Qeterê di rewşekê de ye ku vê dawiyê hin nûçe û rapor belavbûn ku van du aliyana reşnivîsa agirbesê ji bo îmzakirinê amade kirine.
Nûnerê Amerîkayê li van gotûbêjan Zilmay Xelîlzad berî viya ji Taleban xwestibû şidet û pevçûnan li Efxanistanê kêm bike ku ev xwesteka wî rastî bersiva neyînî ya Taleban hatibû.