Çile 18, 2020 08:52 Asia/Tehran
  • Amerîkayê careka din ji ber kirrîna nifta Îranê gef li Çînê xwar

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji ber kirîna nifta Îranê gefa boykotkirinê li Çînê xwar.

Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi vê idiayê ku kirîna nifta Îranê ji hêla Çînê va neqanûnî ye, got: Waşîngton amade ye boykotê ser wan dezgeh û welatên ku pergala boykotên Amerîkayê binpê bikin, bisepîne. 

Wezîrê Xizîna Amerîkayê Istîvin minoçîn jî roja Yekşemê ragihandibû heke Çîn kirîna nifta Îranê bidomîne, dê pêrgî boykotên Amerîkayê bibe.

Gefên rayedarên amerîkî di halekî da ne ku Pêkenê çend caran ragihandîye ku bi tu awayekî boykotên yekalî yên dijî Îranê qebûl nake.