Ji ber gulleavêtina li Niyocêrsiyê 2 polîs birîndar bûn
Kanûn 11, 2019 10:18 Asia/Tehran
Polîsê Cizî Sîtiyê yê parêzgeha Niyocêrsiya Amerîkayê berêvara Sêşemiyê qala gullereşandina 2 çekdaran ber bi polîsên vî bajarî kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di vê gullereşandinê da 2 polîs birîndar bûn.
Wêneyên weşandî li torên civakî nîşan didin ku bi dehan hêzên Polîs bo cihê gullereşandnê hatine şandinê.
Hîn pênase û armanca êrîşkeran ji vê êrîşê diyar nebûye.
Rojka Sêşemiyê her wiha ji ber êrîşa kesekî ser Kilîseya Basîlîkayê li bajarê Waşîngtonê du eks birîndar bûn.