Mijdar 05, 2019 19:02 Asia/Tehran
  • Rûsyayê derbarê dûhatên vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Av û Hewayê ya Parîsê hişyarî da

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê hişyarî da ku vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Av û Hewayê ya Parîsê, wê têkoşîna cîhanî ya himberî germbûna topa erdê gellekî aloz bike.

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê Dmîrtî Peskov got: Fermîbûna vekiîna Waşîngtonê ji Rêketinama Av û Hewayê ya Parîsê, dê hewildanên civaka cîhanî jibo sekinîna himberî germbûna topa erdê gellekî aloz bike. çinku, Amerîka yek ji mezintirîn derînerên gazên gulxaneyî li cîhanê ye.

Dewleta Amerîkayê roja Duşemê bi awayekî fermî vekişîna ji Rêketinama Av û Hewayê ya Parîsê ragihande NY:

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di sala 2017`ê de biryar da ku welatê xwe ji wê rêketinameyê vekişîne.