Tîrmeh 23, 2019 17:24 Asia/Tehran
  • Johnson bû serokwezîrê Brîtanyayê

Boris Johnson wezîrê karên derve yê Brîtanyayê yê berê yê û ji alîgirên sereke yê Birexitê, bû rêberê nû yê partiya serdest a muhafizekar û serokwezîrê vî welatî.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Boris Johnson roja sêşemê li hilbijartinên navxweyî yên partiya serdest a muhafizekar, dengên zêde ji Jeremy Hunt wezîrê karên derve yê niha bi dest xist û karî ku bibe cîgirê Theresa Maya serokwezîra îstifakirî ya Brîtanyayê.

 Qonaxa dawiyê ya bijartina serokwezîr û rêberê partiya muhafizekar a Brîtanyayê navbera Johnson û Hunt hat lidarxistin ku Johnsonê 55 salî li dengwergirtina ji 160 hezar endamên vê partiyê zêdetir ji Hunt deng bi dest xistin.

 Johnson ji alîgirên Brexitê tê hejmar û gotiye ku 30 Cotmehê, heta bêyî lihevkirin, dê Brîtanyayê ji Yekitiya Ewrûpayê derxîne.