Tîrmeh 15, 2019 17:03 Asia/Tehran
  • 150 neraziyên li hemberî siyasetên Mekron li Fransayê hatin girtin

Polîsê Fransayê di nearamiyên "Roja Neteweyî ya Fransayê" da herîkêm 150 kes ji wan rêberên neraziyan girtin.

Kanala Russia Todayê ragihand ku li pey nearamî û aloziyên roja Yekşemiyê li Fransayê ku hevdem digel Roja Neteweyî ya vî welatî li Kolana Şanzelîzeya Parîsê qewimîn, polîsê Fransayê herîkêm 150 kes ku hatibûn nerazîtiya xwe li hemberî siyasetên Êmanûêl Mekron (Emmanuel Macron) diyar bikin, girtin.

Wezareta karên hundir a Fransayê ragihand ku ev kesana di pevçûnn çend bajaran da hatine girtin.

Li gorî vê raporê, nerazîyên li hemberî siyasetên "Emmanuel Macron", Serokomarê Fransayê, roja Yekşemiyê derketin nav kolanan û careke din xwestin ku ew ji posta xwe wêda here.

Hejmareke zêde ya neraziyan li kolana Şanzelîzeyê piştî hatina berfireh a hêzên ewlehiyê, hewil dan ku bi danîna hin tiştan li nav kolanê, rê girêbidin.

Wan her wiha kevir û şûşe ber bi polîsan va kewkî kirin.

Polîs jî jibo serkutkirina neraziyan gaza rondikrêj reşande ser wan û navbera wan û polîs pevçûn derket.

14ê Tîrmehê, Roja Neteweyî ya Fransayê nasyar bi Roja Bastîlê (Bastille Day) ye. Duh anku Yekşemiyê dused û sîhemîn salvegera destdanîna ser Zîndana Bastîlê di dema Serhildana Fransayê bû.