Sibat 20, 2019 17:39 Asia/Tehran
  • Qedexekirina veguhestina balafirên cengê yên F-35`ê yên Amerîkayê bo Tirkîyê

Serokomarê Amerîkayê veguhestina nivşa nû ya balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê yê qedexe bike.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi wajokirina pêşnumayekê veguhestina nivşa nû ya balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê yê qedexe bike.

Trump heta dema ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Wezareta Berevanîya vî welatî raporeke nû derbarê kirrîna sîstema mûşekî ya S-400`ê ji hêla Tirkîyê va raber nekin, veguhestina nivşa nû ya balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê qedexe dike.

Di vî halî da Dayra Pêşeyên Berevanîya Tirkîyê îro ragihand ku Tirkîye bi rewşa niha nikare pêşnîyara Amerîkayê ya kirrîna mertala mûşekî ya Patiryotê qebûl bike.

Dayra Pêşeyên Berevanîya Tirkîyê  herwiha ragihand ku 2 balafirên cengê yên F-35 Lakhîd yê di meha Adarê da radestî Tirkîyê bên kirinê.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan roja duşemê gotibû ku qet xaleke vegera ji wergirtina sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê di sala 2019`ê da tineye.