Sibat 18, 2019 11:12 Asia/Tehran
  • Dilgiraniya Almanyayê ji vegeriyana DAIŞiyan bo nav axa Ewropayê

Wezîrê karên derve yê Almanyayê got: Wergirtina DAIŞiyên zindanî li nav axa Ewropayê dijwar e.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Almanyayê, Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Hayko Mas wek berteka li hemberî gotinên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo wergirtina zindaniyên DAIŞî li welatên ewropî got: Wergirtina van kesan dê gellek dijwar be.

Hayko Masî her wioha got: Rayedarên ewropî jibo qebûlkirina vegeriyana kesên zindanî yên DAIŞê hewcetî bi lêkolîn û lêzanên cezayî hene ku cihanîna vê xwestekê dê gellek dijwar be.

Trump roja Şemiyê bi twîtekê ji Almanya, Fransa, Brîtanya û hevpeymanên xwe yên din ên ewropî xwest ku zêde ji 800 zindaniyên DAIŞî ku Amerîka li nav axa Sûriyê girtine, werbigirin.

Trump îdia kir ku heke ev yek pêk neyê, em neçar in ku wan berdin.

Welatên rojavayî ku her cûre hewildanek jibo alîkariya bo têrorîstan li Iraq û Sûriyê pêk anîne, niha ji ber vegeriyana endamêîn ewropî yên DAIŞê nîgeran in.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.