Sibat 16, 2019 10:31 Asia/Tehran
  • Brayan Hûk: Li ser Îranê navbera Ewropa û Amerîkayê nakokî heye

Serokê "Koma Kiryara Îranê" li Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Îniyê got ku navbera Ewropa û Amerîkayê derbarê Îranê nakokî heye,.

Li gorî rapora IRNAyê, Brayan Hûk (Brian Hook) , Serokê "Koma Kiryara Îranê" li Wezareta karên derve ya Amerîkayê li hevpeyivîna digel rojnameya El Şerq El Ewsetê got: Amerîka û Ewropayê hin nakokî di warê rêbaz û şêwaza danûstandina digel Îranê hene.

Serokê "Koma Kiryara Îranê" li Wezareta karên derve ya Amerîkayê her wiha got: Amerîka ji ber vêya ji Lihevkirina Atomî derketiye ku bikare zextên xwe li dijî Îranê zêde bike.

Serokê "Koma Kiryara Îranê" li Wezareta karên derve ya Amerîkayê destnîşan kir: Waşîngton dê siyasetên xwe yên herîpirr li dijî Îranê bidomîne.

Hûk her wiha amaje bi alîkariyên Îranê bo gel û dewleta Sûriyê her wiha komên Berxwedanê li Filistîn û Libnanê kir û îdia kir ku ku ev alîkarî bûye sebeba ne ewlehbûna Rojhilata Navînê.

Amerîkayê piştî derketina ji Lihevkirina Atomî di roja 8ê Gulana 2018an da hewildaneka giştalî jibo anîna zextê li ser Îranê pêk aniye.

Amerîkayê dil heye bi tawanbarkirina Îranê û komên brxwedanê li navçeyê û anîna zextê li ser wan, komên têrorîst û bereya Berxwedanê li navçeyê dayne rewşeka baştir.

Îran, Sûriye û komên Berxwedanê yên Filistînî ji wan Koma Hemasê û Hizbullaha Libnanê roleka bingehîn di warê sekinîna li hemberî komployên bereya amerîkî, siyonîstî û siûdî li navçeyê hene.