Kanûn 15, 2018 16:47 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandana êlegzeran li Parîsê

Li halê ku dewleta Fransayê pilana serkutkirina neraziyan daniye, xwenîşandana êlegzerên Parîsê destpê bû.

Li gor rapora rojnameya fransî ya Le-Fîgaroyê, bi sedan kes ji xelkê Fransayê ku neyarê siyasetên abûrî yên dewletê ne û nasyar bi Êlegzeranin, îro şemiyê dîsa jî li Parîsê paytexta vî welatî derketine nav bajêr û xwenîşandana xwe destpê kirin.

Polîsê Fransayê ragihand ku heta niha 25 kes hatine girtin û 8 kes jî berwext zîndanî bûne.

Îro herwisa bi hezaran kes ji polîs û hêzên ewlehiya Fransayê bona serkutkirina xwenîşanderan li seranserî vî welatî bicih bûne.

Ev xwenîşandana îro dîsa li halekê birê ket ku Emanoêl Mekron serokkomarê Fransayê pêştir bona ku rewşa nav vî welatî aram bike û pîşiya xwenîşandanan bigre soza reforman di nav siyasetên abûrî yên dewletê dabû.

Herçend ku Serokomarê Fransayê Emanoel Mecron ji helwestên xwe yên berê paşve kişiyaye û hewil daye ji bo aramkirina rewşê hin serpişkîyan bide nerazî û neyarên dewletê lê Êlegzer pêkutîyê dikin ku wê xwenîşandanên xwe bidomînin.

Mecron soz daye ku asta destmiza herîkêm jorda bibe û malnişînan û personelên nîvdemî ji xeracê muaf bike.

Xwenîşandana Êlegzeran li destpêkê dijî zêdebûna bohaya enirjiyê li nav Fransayê destpê bû û paşê berfirehtir bû.

dewleta Fransayê ji hefteya bihurî hema girtina pîşiya xwenîşanderan û serkutkirina êlegzeran îcra kir.