Hişyariya Rûsiyayê li bara dûhatên derketina Amerîkayê ji nav peymana INF`ê
Karbidestên derecebilind ên wezareta berevanî û wezareta karên derve ya Rûsiyayê li bara tesîra nerênî ya derketina Amerîkayê ji nav peymana hêzên navokî yên navînbir hişyarî dan.
Li gor rapora rojnama rûsî ya Izvestia`yê, Alexander Fomin alîkarê wezîrê berevaniya Rûsiyayê li bara biryara Donald Trump serokkomarê Amerîkayê bona derketina ji nav peymana hêzên navokî yên navînbir yan INF`ê hişyarî da.
Alexander Fomin destnîşan kir: "Rûsiyaya hertim pêbendî peymannameya INF`ê bûye û tawanên Amerîkayê dijî Miskovayê bê xîm û binyatin".
Vladimir Ermakov birêveberê pişka kuntrolkirina çek û sîlahan a wezareta karên derve ya Rûsiyayê jî hişyarî da ku eger bê û Amerîka ji nav peymana INF`ê derkeve, Êdî Rûsiya jî xwe wezîfedar nizane ku vê peymannameyê îcra bike û bê şik ji nav vê rêketinê derdikeve.
Peymana dualî ya ``Hêzên navokî yên navînbir``yan ``INF`` li sala 1987 di navbera serokkomarên wê çaxê ye Amerîka û Suviyêta berê îmza bû û tesîrekî erênî li ser jinavçûna aloziyên dewrana şerê sar hebû.
Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li siyasetekî yekalî ragihand ku ji nav rêketina INF`ê derdikeve ku helbet ev biryara Trump rastî rexneya tunde Rûsiyayê û hevalbendên ewrûpî yên Waşîngtonê hat.