Kanûn 14, 2018 10:55 Asia/Tehran
  • Sênaya Amerîkayê 2 biryarnem dijî Erebistanê pejirandin

Sênaya Amerîkayê bi pejirandina 2 biryarnaman dengê Erê da kutakirina piştgirîya leşkerî ya vî welatî ji şerê Seûdîyan dijî Yemenê û berpirszanîna Welîehdê Erebistanê di kuştina rojnamevanê rexnekerê rêjîma Seûdî de.

Pêşnivîsa biryarnama kutakirina piştgirîya leşkerî ya Amerîkayê ji şerê Seûdîyan dijî Yemenê ji hêla Berni Sanderz sênatorê serbixwe ji Eyaleta Vêrmontê û Mike Lî sênatorê Komarxwaz ji Eyaleta Yûtayê va hatibû raberkirin ku bi 56 dengên Erê li hemberî 41 dengên Na hat pejirandinê.

Pejirandina vê biryarnamê di halekî da ye ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li dijî qutkirina piştgirîya ji Erebistanê derketibû.

Ji hêla din ve, Bab Kirokêr (Bob Corker) Sênatorê Komarxwaz  ûSerokê Komîteya Peywendîyên Derve ya SÊnayê jî biryarnameyeke din raber kiribû û li gorî pêşnivîsa wê, Mihemed Bin Selman Welîehdê Seûdî berpirsê kuştina Cemal Qaşiqçî hatibû nasandinê.