Kanûn 12, 2018 18:43 Asia/Tehran
  • Serbazên du Koreyan ji bo lêgerîna li ser rakirina qereqolên ser sînoran hatin şandin

Serbazên du Koreyan, ji bo cara yekemîn bi derbasbûna ji sînorên hevdu, pêvajoya rakirina qereqolên sînorî yên li navçeya sivîl hilkolandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Jeong Kyeong-doo (Jêong Kiyong Dû), wezîrê berevaniya Sêûlê, îro Çarşemiyê ragihand ku lêgerên vî welatî ji bo hilkolandina kavilkirina qereqolên sînorî, ji bo gundê sînorî yê Panmunjeom`ê (Panmûncûm) hatine şandin û li hember wê jî Piyûnyangê jî wê karekî wika cih bîne.

Ji holêrakirina 20 qereqolên sînorî yên li ser sînorê her du Koreyan ji hevhatinên civîna di navbera Moon Jae-in (Mûn Caê În), serokomarê Koreya Başûr û Kim Jong-un (Kîm Cûng Ûn), rêberê Koreya Bakûr li Piyûngyangê de di Îlona îsal de bû.