Kanûn 12, 2018 07:41 Asia/Tehran
  • Trump: Ez li kêleka Bin Selmên dimînim

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê Sêşemiyê bi şev destnîşan kir ku tevî hebûna rexneyên giran ên navneteweyî ji Weklîehdê Erebistanê li ser bûyera kuştina Cemal Xaşiqçî, ew hema wisa dê pişta Bin Selmanê welîehdê Erebistanê bigire.

Rayedarên dewleta Amerîkayê nemaze Trumpê serokomar di rojên dawî da û li halekî ku Erebistan tûşî lehiyeka rexneyan ji evbr destdirêjiya  ser Yemenê û kuştina Cemal Xaşiqçîyê rojnamevanê rexnekir ji Alê Siûd bûye, pişta sidûiyan digirin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê Sêşemiyê, 20ê Mijdarê bi daxûyanyekê ragihand ku Amerîkayê dê "Hevpar" û şirîkê Erebistanê bimîne, heta eger haya welîehdê Siûdî ji plana kuştina Xaşiqçî hebûye.

Trump li vê daxûyaniyê her wiha ticareta çekdariyê ya Riyazê digel Waşîngtonê pessinand û destnîşan kir ku Amerîka firotina çekan bo Erebistanê didomîne.

Dewleta Amerîkayê heta niha ji ber dosyeya Xaşiqçî Riyaz şemezar nekiriye û hewil daye ku girêbestên xwe yên mezin ên leşkerî tev Riyazê biparêze.

Rojnameya Washington Postê bi raporekê ragihand ku Waşîngton û Riyaz hewil didin kuştina Xaşiqçî bi awayekî şirove bikin ku rola Bin Selmên têda were înkarkirin.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.