Mijdar 20, 2018 10:58 Asia/Tehran
  • Li Amerîka êrîşek pêkhat: kuştî û birîndar hene

Li wîlayeta Şîkago (Chicago) ya Amerîkayê gulle ber bi welatiyan hat reşandin, di encam de hejmarek kes bûn qurbanî.

Polîsê Şîkagoyê di daxuyaniyekê de ragehandin ku li nêzîkî nexweşxaneyeke wîlayeta Şîkagoyê ber bi xelkê gulle hate reşandin, di encam de hejmarek kes bûn qurbanî di nav qurbaniyan de polîsek jî heye.

Li gor daxuyaniya polîsan heta niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn, polîs devera bûyer lê qewmiye dorpêş kiriye û ji xelkê xwestiye ku nêzîkî cihê bûyerê nebin.

Her sal çendîn caran bûyerên wiha yên reşandina gullan ber bi xelkê ji aliyê hin mirovên çekdar li Amerîkayê diqewme. Kîrîn û firotina çek û sîlahan li Amerîkayê azad e û her kes dikare bibe xwediyê wan.