Mijdar 13, 2018 16:31 Asia/Tehran
  • Stûlênbêrg: Artêşa Ewropî nikare dewsa NATOyê bigire

Sikritirê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) got: Kiryarên bi mebesta mebesta berevaniyê û damezirandina Artêşa Ewropayê nikare dewsa vê hevpeymaniya leşkerî bigire û divê li çarçova wê be.

Li gorî rapora Sputnikê, Yêns Stûlênbêrg li rêûrisma bîranîna Şerê yekem ê cîhanî li Parîsê got: Ji ber nebûna çavkaniyên endamên ewropî yên NATOyê, her wiha rewşa wê ya erdnigariyê, dahêneriyên berevaniyê yên Ewropayê nikare wek dewsgira NATOyê were berfirehkirin.

Sikritirê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) her wiha got: Têkilliyên leşkerî yên endamên ewropî yên NATOyê û Amerîkayê nabe ku bibin goriyê planên viha yên ewropî.

Beriya viya di 9ê Mijdarê da Êmanoêl Makronê serokomarê Frasnayê, daxwaza damezirandina Artêşa Ewropayê kir.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ev gotinên makronî wek bêhurmetî da zanîn û pêşniyar da ewropiyan ku dewsa van plnanan pişk û para xwe ya bûdceya NATOyê bidin.

Li aliyê din, Viladîmîr Pûtînê serokomarê Amerîkayê ev fikra ewropiyan nîşana meyla wan a xwezayî ji bo xurtkirina cîhana çendcemserî da zanîn.