6 kuştî li encama teqîna Kabulê
Li encama teqînekê nêzîkî îsta lêgeriyê ya polîs li Kabula paytexta Efxanistanê, herîkêm 6 kes hatine kuştin.
Li gorî rapora Awa News`ê, Necîb Daniş raghand îro piştî nivîro berdevkê Wezareta karên hundir a Efxanistanê ragahnd ku îro piştî nîvro êrişkirekî întiharî teqemeniyên li cem xwe nêzîkî îsteke lêgeriyê ya polîs li kabulê teqand ku li encama wê şeş kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.
Hejmarek polîs, jin û zarok li nava kuştiyan û birîndarên vê teqînê de hene.
Ev teqîna wextekê qewimî ku bi hezaran kes ji xelkê Efxanistanê bona protestokirina êrişên Talibanê ser bajarên Caxorî û Malistanê li wilayeta Qezniyê li ber koşka serokkomariya Efxanistanê li kabulê kom bibûn.
Hîn tu kes an komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye istûyê xwe.