Cotmeh 18, 2018 18:57 Asia/Tehran
  • Trump gef xwer ku wê leşkeran bişîne sînorê Amerîka û Mêkzîkayê

Serokomarê Amerîkayê, gef xwer ku wê ji bo girêdana sînorê Amerîka û Mêkzîkayê, hêza leşkerî bişîne vê deverê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, roja pêncşemê li rûpela xwe ya Twiterr`ê nivîsî ku ji ber zêdebûna koçberiyan, dil heye sînorê Amerîka û Mêkzîkayê girêde.

Serokomarê Amerîkayê gef xwer ku eger Mêkzîka karekê neke, wê hêzên xwe yên leşkerî yên Amerîkayê vexwîne û sînorên başûrî yên bi Mêkzîkayê re jî girêde.

Trump li vê twittê bi rexnekirina serokên Partiya Demokrat a Amerîkayê îdia kir ku ew bûne sedema hatina pêla koçberan ber bi sînorên Amerîkayê ve herin.

Trump herwiha nivîsî: Serokên Guwatmala,Îndûras û Êlsalvadorê tu karekî ji bo rawestandina pêla koçberiyê ji van welatan ber bi Amerîkayê ve nakin û tu kontoleka wan a ser welatiyan tune.

Berî niha jî Trump gef xweribû ku eger Kongreya Amerîkayê planên wî yên ji bo kiryarên ewlehiyê yên li ser sînoran û avakirina dîwar li ser sînorê Mêkzîkayê qebûl neke, wê karê dewletê bide sekinandin.

Plana Trump ya ji bo avakirina dîwar li ser sînorê Amerîkayê bi Mekzîkayê re rastî berteka neyênî ya Demokratan ve hatiye.

Gefa Trump ya ji bo şandina hêza leşkerî ser sînorê Mekzîkayê di rewşekê da ye ku zextûzor û reftara nemirovane ya dewleta wî derheq koçberan di van mehên dawiyê de zêde bûne.