YE`yê ji bo serrastkirina pêşnîyara xwe derbarê Brexitê de amade ye
Nunerê YE`yê li muzakirên vekişîna Ingilîsê ji vê Yekitîyê, amadebûna Berukselê ji bo serrastkirina pêşnîyara xwe ya derbarê meseleya sînorî ya Îrlendê de ragihand.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Almanê, Michel Barnier muzakirekirê YE`yê li muzakirên derketina Ingilîsê ji vê Yekitîyê îro got: YE`yê ji bo serrastkirina pêşnîyara xwe derbarê çawanya birêvebirina sînorê Komara Îrlendê û Îrlenda Bakur amade ye.
Michel Barnier herwiha got ku her du alî xwazyarê girtina pêşîya danîna sînor û tivdîrên giran di navbera Komara Îrlendê û Îrlenda Bakur piştî Brexitê ne.
Wî got ku pêşnîyara YE`yê di vî warî de ji meha Sibata 2018`êan ve ser masê ye û vê Yekitîyê amadebûna jordabirina pêşnîyara xwe heye.
Michel Barnier hêvî kir ku ev pêşnîyara di civîna nefermî ya durojî de ku wê bi mijara Brexitê û koçberîyê li Otrîşê bê lidarxistinê, were hilkolandinê.
Kêmtir ji sedî 53`yê gelê Ingilîsê (Ingilîs, Skotland, Velz û Îrlenda Bakur) di sala 2016`an de di giştpirsîyê de, dengê Erê dan vekişîna ji YE`yê.
Ingilîsê heta Adara sala 2019`ê mecal heye bi YE`yê re derheq cihanîna Brexitê lihev bike.