Îlon 19, 2018 11:11 Asia/Tehran
  • Plana jiçekirina navokî ya her du Koreyan hat amadekirinê

Rayedarên payebilind ên her du Koreyan ji bo cara yekem plana jiçekirina navokî ya nîvgirava Koreyê kivş û amade kirin.

Di pişkeke vê rêketinamê de ku îro Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur û Mon Jae In serokomarê Koreya başûr li Pîyong Yongê ajo kirin, her du alyan lihev kirin ku her babeta ku bibe sedema nakokî û nîqaşê li nîvgirava Koreyê, were rakirin.

Mon Jae In di civîna çapemenîyê ya piştî duyemîn dewra muzakirên digel Kim Jong Un de got ku jiçekirina navokî ya nîvgirava Koreyê idî ne dûr û demdirêj e.

Wî pêgirî kir ku planên têkildarî komavahîya pêşeyî ya Kaye SOngê li sînorê her du welatan û devera geştyarîyê ya Kamakangê jî dema şert û merc pêk bên, dê were cihanînê.

Rayedarên payebilind ên her du Koreyan lihev kirine ku projên çêkirina rêyên curbicur ji wan rêyên hesin ku sînorê her du Koreyan bi hev ra girê dide, berî kutabûna sala 2018`an destpê bibin.

Kim Jong Un jî di vê civîna çapemenîyê de ragihand ku di pêşerojeke nêzîk de yê seredana Seolê bike.

Serokomarê Koreya Başûr herwiha pêgirî kir: Koreya Bakur qebûl kirîye navenda ceribandin û avêtina mûşeka Balestîk a Dong Chong Rayê bi awayekî hertimî girêde.

Wî li pişkeke axavtina xwe jî got ku her du Koreyan lihev kirin ku di zûtirîn dema pêkan de navendên dayimî ji bo hevdîtina malbatên koreyî ku dema şerê her du Koreyan di sala 1953`yê de ji hev veqetîyane, ava bikin.

Li rex civîna wajokirina daxûyanîya her du serokan, wezîrên berevanîyê yên her du welatan jî hin belge wajo kirin ku li gorî wan dê pêşî li qewimîna her cure bûyerê di navbera her du welatan de bê girtin û gêreyên di navbera wan de jî bên kêmkirinê.

Moon Jae-in duh serê sibê digel desteyeke 110 kesî di çarçova seredaneke sêrojî de û bi merema hevdîtina digel Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur derbasî vî welatî bû ku bi awayekî gellekî germ hat pêşwazîkirinê.