Tîrmeh 16, 2018 18:33 Asia/Tehran
  • Fermana Lêborîna Gelemperî li Koreya Bakur hat dayînê

Civata Bilind a Gel a Koreya Bakur fermana Lêborîna Gelemperî li vî welatî da.

Li gorî rapora IRNAyê, Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku li çarçova pesendnameya Civata Bilind a Gel a Koreya Bakur ku meha Tebaxa (Agûst) îsal dê cih were, tevahiya ``Zindaniyên  ku bi sûcê cinayeta dijî Koreya Bakur û Gel hatine mehkûmkirn`` dê ji zindanê werin berdanê.

Li gorî vê pesendnameyê, Dewleta Koreya Bakur divê pêngavên pêwîst ji bo vegeriyana zindaniyan bo jiyana asayî rake.

Beriya viya sê caran di sala 2015an da bi boneya salvegera heftiyemîn a Damezirandina partiya serdest û salên 2005 û 2012an Fermana Lêbihurandina Gelemperî hatibû dayînê.

Karzan dayîna fermana Lêbihurandina Gelemperî ya zindaniyan nîşanek ji guhertina siyasetên rêberê Koreya Bakur li çarçova guhertinên Nîvgirava Koreyê dizanin.

Li vî halî, Mêdyayê Koreya Bakur îro tevî derewzanîna nûçeyên weşandî li ser ``Zengînkirina veşartî ya Ûranyomê`` li navendên atomî yên vî welatî ragihandin: Nabe ku Amerîka teslîmî komloyên komên dijî gotûbêja Amerîka û Koreya Bakur  be.

Navenda Nûçeyan a Hillê ya ser bi Kongreya Amerîkayê pêştir îdia kiribû ku wêneyên nû yên setlaytê nîşan didin ku Koreya Bakur li halê nûjenkirina avahiyên lêkolînê yên bernameya xwe ya atomî ye.