Tîrmeh 16, 2018 18:32 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Trump û Pûtîn dest pê bû

Serokomarên Rûsiye û Amerîkayê li hevdîtina xwe ya Hilsînkiyê li ser pêwîstiya hevkariyên du welatan li warên cûrbicûr da pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê di destpêka vê hevdîtinê da got: Niha dem dema wê ye ku bi hûrgilliyên zêdetirê li ser pêwendiyên dualî digel Amerîkayê û derbarê mijarên cûrbicûr ên cîhanî gotûbêj bikin.

Pûtîn her wiha got: Amerîka û Rûsiye du welatên hêzxurt li cîhanê ne ku derdora sedî 90ê çekên atomî yên cîhanî li destê van du welatan e û ev qet baş nine û divê venihêrînek têda pêk were.

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê jî bal kişande ser reşbûna pêwendiyên navbera Mosko û Rûsiyê di heyama salên dawî da û got: Cîhan çaveriya gotûbêjên me ya kesane ye; Loma divê pêwendiya me bi hev ra baştir be.

Serokomarê Amerîkayê her wiha got: Emê hemî babetan ji wan dosyeyên ticarî, atomî û pêwendiyên siyasî hilkolînin û hêvîya me pêkanîna pêwendiyên baş û bêhempa digel Rûsiyê ye.

Li vî halî mêdyayan ragihandin ku Pûtîn bi pêngaveka biwate hevdîtian bi hevtayê xwe yê amerîkî qasî saetekê xiste derengiyê.

Li vî halî, Trumpê serokomarê Amerîkayê lidarxistina serketî ya Pêbirkên Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 li Rûsiyê pîroz kir û hêvîdar kir ku pêwendiyeka "Gellek Baş" bi Pûtîn ra bi dest bixe.

Serokomarê Amerîkayê her wiha got: Navbera Waşîngton û Moskoyê gellek mijar ji bo gotûbêjê hene û ewê derbarê her tiştekî ji wan ticaret, mijarên leşkerî, mûşekî û çekên atomî her wiha Çînê biaxivin.

Trump û Pûtîn piştî van gotinan ji bo lidarxistina civîna dualî ya sereke li paş deriyên girtî û bêyî hebûna nûçegihanan çûn nav holeka din.

Ev sêyem hevdîtina Trump digel Pûtîn ji dema desthilatdarbûna wî di Çileya 2016an da ye.

Her du hevdîtinên pêşîn ên serokomarên Amerîka û Rûsiyê li kêleka konfransên cîhanî bûne.