Dixtorên Koreya Başûr dijî dewletê derketin nav kolanan
Bi hezaran kes ji dixtor û kedkarên nexweşxaneyê li dijî serokomarê Koreya Başûr û bernameyên dewleta wî li warê miqatebûnên tendurustî û sîgortayê li nav kolanan xwe nîşan dan.
Li gorî rapora IRNAyê, Xwenîşanderan ji duh anku yekşemiyê va nerazîtiyên xwe yên nav kolanan li dijî Mon Caê În, serokomarê Koreya Başûr, û bernameya dewleta wî dest pê kirine û li gorî hejmara ragihandî ji aliyê têlêvîziyona vî welatî îro anku Duşemiyê gihêştiye heft hezar kesî.
Xwenîşanderan dirûşmeyin li dijî dewlet û serokomêr dan û destnîşan kirin ku bernameyên miqatebûna tendurustî û pizişkiyê yên serokomêr divê bên rawestandin.
Dewleta Koreya Başûr dil heye xizmetên pizişkî û sîgortayên (Bîme) tendurustiyê berfireh bike; Lê dixtor û kedkarên warê saxlemiyê vî karê dewleta Koreya Başûr Dereweka Mezin û Xapandina Xelkê dizanin.
Civata Pizişkîya Koreya Başûr li ser vê bawerê ne ku ev xizmet hêdî hêdî ji kontrolê derdikevin û ziyana wan beriya her tiştî digihêje gel.