Nîsan 23, 2018 12:38 Asia/Tehran
  • Gotrêş: Em ber bi dewrana şerê sar va diçin

Sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand ku cîhan niha ber bi dewrana şerekî sare va din diçe.

Sekretieê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî António Goterres (Gutereş) li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona SVT`ya Swêdê got: ``Şerê sar dîsa ziviriye nav cîhanê lê vê carê Amerîka û Rûsiyayê wekî berê kuntrola vî şerî negirtine destê xwe, ji ber ku welatên zav li cîhanê hene ku roja îro pirtir dixebitin``.

António Goterres (Gutereş) destnîşan kir: ``Li şerê sar ê berê hinek rêçare bona gotûbêjkirin, kuntrola rewşa heyî û peywendiya aliyên şêr bi hevra hebû lê roja îro ev babetane tunen``.

Peywendiyên di navbera Rûsiyayê tev Amerîka û welatên rojavayî li babetên wekî  Sûriye, Okrayîn, dosiya jehrîkirina Sergeyî Skerîbal û kiça wî li başûra Brîtaniyayê gelekê aloz e.