Nîsan 18, 2018 15:20 Asia/Tehran
  • Rexneya Yeketiya Ewrûpayê ji Tirkiyê

Komîsirê berfirehkirina Yeketiya Ewrûpayê got ku Tirkiye ji riya endambûna nav vê yeketiyê dûr dibe.

Li gor rapora ajansa nûçan a Euro News`ê, Yohans Han komîsirê berfirehkirina Yeketiya Ewrûpayê li gotinên xwe yên duh sêşemê li Sterasborgê ji pêngavên ku Tirkiye li babeta hakimiyeta qanûnê û heq û mafên sereke, bona dûrbûna ji Yeketiya Ewrûpa hiltîne rexne girt.

Li gorî vê raporê eva rexneya tund a Brûkselê ji Tirkiyê bûye li bara siyasetên Enqerê yên ku Tirkiyê ber bi serdestîxwaziyê dibe.

Pêştir Mîşayîl Rot wezîrê Yeketiya Ewrûpayî yê Almanê gotibû her çend ku li reftarên Tirkiyê bona endambûna nav vê yeketiyê tu pêşketinek nehatiye dest lê dîsa jî pêwîst e ku ev gotûbêj bêne domandinê.

Girnot Bilomêl wezîrê Yeketiya Ewrûpayê yê Utrîşê jî pêştir gotibû ku pêwîst e gotûbêjên endambûna Tirkiyê li nav Yeketiya Ewrûpayê bên rawestandin.

Dîdiye Rendêr wezîrê karên derve yê Biljîkayê jî gotibû li rastiyê da gotûbêjên endambûna Tirkiyê bo nav Yeketiya Ewrûpa hatine taloqkirin.