Nîsan 17, 2018 18:31 Asia/Tehran
  • Komeka terorîst li başûrê Rûsyê têk çû

Rêxistina Ewlehiya Federal a Rûsyê (FSP), ragihand kariye pêşiya liv û tevgera terorîstî ya komeka ser bi DAIŞ`ê li başûrê vî welatî bigire û wê ji nav bibe.

Li gorî rapora IRNA`yê, pişka peywendiyên giştî ya Rêxistina Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyê ragihand ku ev koma terorîst li parêzgeha Rostov`ê (Rastov) li başûrî vî welatî dixebitî û çalak bû û ji terorîstên DAIŞ`ê yên li Sûriyê ji bo cihanîna operasyona terorîstî ya li Rûsyê ferman istandibû.

Rêxistina Ewlehiya Federal a Rûsyê herwiha ragihand: Serkirdeyê terorîstan dema ku hate girtin, xwe teqand û hate kuştin lê sê teorîstên din hatin girtinê.

Li gorî vê raporê, ji veşartgeha terorîstan çend çek û rext û herwiha hin CD`yên teblîxata ji bo DAIŞ`ê bi dest ketine.

Di van du salên dawiyê de bi dehan kes ji endam yan alîgirên koma terorîst a DAIŞ`ê li Rûsyê hatine kuştin yan jî hatine girtinê.

Ev koma teorîst vê dawiyê bi weşandina hin wêne û pûsteran li torên civakî, gef li Rûsyeya ku bereberê li darxistina Kapa Cîhanî ya Fûtboilê ye xwerine ku wê li vî welatî operasyonên terorîstî cih bînin.