Sibat 17, 2018 16:49 Asia/Tehran
  • Amerîkayê nekarî peywendîyên digel Tirkîyê germ bike

Malpera Foreign Policy ya Amerîkayê ragihand ku nakokî û peywendîya sar di navbera Tirkîye û Amerîkayê de didomin.

Malpera Foreign Policy nivîsî ku Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê û Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê şeva buhurî piştî hevdîtina li Enqerê hewil dan ku daxûyanîyeke hevpar bidin ku vebûna dîplomatîk li peywendîyên her du alîyan nîşan bide lê daxûyanîya wan ji ber csozdayînên giran û bi hegera hûrgilîyan gellekî sivik bû.

Li dewama vê raporê hatîye: Bilî şik û gumana kevin a Enqerê têkildarî vîya ku Amerîkayê bi curekê dest li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê hebûye, renge nakokîya herî giran û sereke ya di navbera Waşîngton û Enqerê de l iser mesela kurdên Sûrîyê be.

Li halekî ku Amerîka piştgirî û şandina çekan ji bo hêzên YPG`ê û HSD`ê li bakûra Sûrîyê didomîne, Tirkîye hêzên kurd têrorîst û gefa sereke ya navxweyî dizane û opêrasyona Çiqila Zeytûnê dijî wan destpê kirîye.