Çile 19, 2018 17:16 Asia/Tehran
  •  Gelê Meqdûniyê agir berdan alaya NATO`yê

Gelê Meqdûniyê hevgavê sefera Yêns Stoltenberg sekreterê giştî yê NATO`yê bo vî welatî li Skûpiyê paytexta vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

 Xelkê meqdûniyê li vê xwenîşandanê alaya NATO`yê şewitandin û dijberiya xwe li hember endametiya  welatê xwe li vê rêxistinê raghandin. Dehekek berî niha  pirsgirêkên  navbera Meqdûniyê û Yewnanistanê bûn baîs ku  hewldanên  ewilî yên Skûpiyê ji bo tevlîbûna  nav NATO`yê were rawestandin.

 Rayedarên  Yewnanistan û Meqdûniyê lê li mehên derbasbûyî hêvî kirine ku  pirsgirêkên  dirêj navbera van du welatana  li bara navê Meqdûniyê li çend mehên  pêşber werin çareserkirin.