7 birîndar li encama êrişa nûgîhayekî li xwendingeheke Rûsiyê
Çile 19, 2018 15:39 Asia/Tehran
Rayedarekî komara Boryatiyayê li Rûsiyê raghand ku li encama êrişa nûgîhayekî bi bivirê li navça Olan Odê, 7 kes birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûça a Tasê, wezîrê tendrustiyê yê Komara Boyatayê ya Rûsiyê roja îniyê got ku li encama vê êrişê heft kes ji wan mamosteyekî xwendingehê û jinek birîndar bûn û halê sê kes ji wan xirab e.
Tê gotin ku ev nûgîha piştî êrişa bi bivirê dixwest ku dervbeyê li xwe jî bide.
Komîta lêkolînê ji bo hilkolandina hegera vê bûyerê xebata xwe destpê kiriye û kesên êrişkir hatiye girtin.
Roja duşemiyê jî li bajarê Pirmê ya Rûsiyê du kesên bi niqab derbasî xwendingehê bûn û bi kêrê herîkêm 8 xwendekar û mamsoteyek birîndar kirin.