Kanûn 15, 2017 19:59 Asia/Tehran
  • Neyariya konseya bajarê Girînvîçê digel sefera Trump bo Ingilîzê

Konseya bajarê navça Girînvîçê bilî diyarkirina neyariya xwe digel sefera Donald Trump serokkomarê Amerîkayê bo Ingilîzê destnîşan kir ku eger Trump bê bajarê wan jê pêşwazî nayê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Konseya bajarê navçeya Girînvîçê  li daxûyaniyekê bal kişande ser gotinên dijî îslamî yên Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê û reftarên wî yên fanatîk dijî kêmaniyên nav civata Amerîkayê ragihand ku bila ew seredana Ingilîzê neke .

Dennis Hylnd serokê Konseya bajarê Girînvîçê got: ``Konseya bajarê Girînvîçê ji wan kesan pêşwaziyê dike ku dixebitin ta ku civata beşerî ber bi aşitî û ewlehiyê rênimûnî bikin û ji ber reftarên dijî misilmanan yên Trump, ewna dixwazin ku Trump seredana welatê wan neke``.

Chris Kirby endamê din ê Konseya bajarê Girînvîçê jî got: ``Trump hertim pê gotinên xwe yên fanatîk dixebite nîfretê û duberekiyê di nav civata beşerî da çê bike ku eva dijî qayde û qirarên mirovî ye``.