Îlon 21, 2017 11:01 Asia/Tehran
  • Tîlêrson piştî hevdîtina bi Zerîf ra kêfxweşiya xwe diyar kir

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi wezîrê karên deve yê Îranê ra diyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson ku bo cara yekê beşdarî civîna Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî di asta wezîramn da bûbû, li civîna çapemeniyê piştî vê civînê got: ``Hevdîtina bi Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê sûdewer bû; Lê hema wisa pisgirêkên mezin navbera Têhran û Waşîngtonê hene``.

Tîlêrson hevdîtina bi Zerîf ra gotûbêjeke siyasî da zanîn û got: ``Gotûbêjeke zelal di navbera du aliyan da pêk hat``.

Civîna Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar roja Çarşemiyê li cihê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Niyoyorkê hat lidarxistin.

Helwêstên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li dijî Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, ev civîn hestiyartir kiribû.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê li axaftina xwe li civîna Civata Giştî ya Rêxistina neteweyên Yekbûyî (NY) careke din rexne li Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar girt û ew wek sedema ``Serşûriya`` Amerîkayê wesifand.

Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji Çileya 2016`an va cih hatiye; Lê dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê, hertim vê lihevkirinê binpê dike.