Berteka Çînê li hember ceribandina mûşekî ya nû ya Koreya bakurî
Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê, ceribandina mûşekî ya nû ya Koreya bakurî ser esmanê Japonyayê şermezar kir.
Li gorî rapora France Pressê, Hewa Çangîng roja îniyê li gotûbêja bi nûçegihanan re got: Piken dijberê binpêkirina biryarnameyên konseya ewlehiyê ya NY ji aliyê Koreya bakurî û her wiha bikaranîna teknolojiya mûşekên Balistîk jibo ceribandinên mûşekî ye.
Wî her wiha tekez kir ku rayedarên Koreya bakurî divê ser hemdê xwe bin.
Çend rojan piştî heşetemîn gerra nû ya boykotên Konseya Ewlehiyê yên NY li dijî Koreya bakurî jibo qayîlkirina vî welatî ku dev ji bernama çek û sîlehî berde, Piyong Yang roja îniyê mûşekek ji navça Sonanê li nêzîkî Piyong Yang paytexta Koreya bakurî avêt ku ev mûşek bi derbasbûna ji esmanê Japonyayê ket deryayê.
Dewleta Japonyayê jî ku hevpeymanê emerîkiyan li navçê ye di hemen deyqeyên destpêka weşandina vê nûçê ragihand ku du di bersiva ceribandina mûşekî ya nû ya cînarê xwe yê bakurî dê meşqa mûşekî li dar bixe.
Eva li halekê ye ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê jî piştî heşetemîn gerra boykotên Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî Koreya bakurî wek berteka li hember ceribandinên mûşekî ji rayedarên Moskowa û Pêkenê xwestibû ku zêdetir zextê bîne ser Piyong Yang.
Koreya bakurî dibêje heya dema ku Emerîka, Koreya başûr û Japonya kiryarên hander ên eskerî li nîvgirava Koreyê didomînin, welatê hanê jî dê bernameyên xwe yên mûşekî û navokî bidomîne.