Hezîran 28, 2017 19:24 Asia/Tehran
  • Êrişa Hekêran ser hêzgehên navokî yên Amerîkayê

Rayedarên amerîkî ragihandin ku ew li bara êrişa Hekêran ser hêzgeheke navokîya vî welatî lêkolînê dikin.

Li gorî rapora kana nûçan a ABC`yê, rayedarên amerîkî îro ragihandin ku li bara êrişa Hekêrî ya çend kesên nenas ser sîstemeke kompyûterî li hêzgeheke navokî ya vî welatî lêkolînê dikin.

Li gorî nûçeyan, niha sîstema kompyûtêrî ya beşa ticarî ya hêzgehê ku hestyarîyeke kêm li bara wê heye, hatîye hekkirinê.

Rayedarên amerîkî hela kifş nekirine ku kîjan hêzgeha navokî ketîye ber êrişê.

Li vê raporê hatîye, rayedarên amerîkî li halê hilkolandina ihtimala pişkdarîya kesên negirêdayî bi alîyekî û Hekêrên nenas li vê êrişê ne û ti axavtineke fermî li bara kes an kesên ihtimalî ku li vê êrişê pişkdarî kirine, nehatîye kirin.

Çend şîrketên çendnetewî jî roja sêşemê li seranserî cîhanê ketin ber pêla nû ya êrişên saybêrî ku cara yekem li Rûsîye û Ukraynê li bara wan êrişan rapor hat belavkirin.