Awstralya hêzên zêdetir dişîne Efxanistanê
May 29, 2017 12:02 Asia/Tehran
Wezîra berevaniyê yê Awstralyayê ragihand ku ev welata dê 30 eskerên din jî bişîne Efxanistanê
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Marîs Pîn got: Bi şandina van eskeran hejmara eskerên awstralyayî yên li Efxanistanê dê bigehêjin 300 kesî.
Saziya NATO`yê meha bihurî xwest ku welatên endame vê saziyê eskerên zêdetir bişînin Efxanistanê.
Niha nîzikî 15 hezar eskerên NATO`yê li Efxanistanê ne ku nîzikî 8000 ji wan amerîkî ne.
Li halê ku NATO`yê biryar daye hejmara hêzên xwe yên eskerî li axa Efxanistanê zêde bike, Eşref Xeniyê serokkomarê vî welatî ragihandiye ku Efxanistan êdî naxwaze welatên biyanî eskerên xwe bişînin vî welatî.