May 27, 2017 16:01 Asia/Tehran
  • Dilgiraniya Brîtanyayê ji ber zivirîna terorîstan

Serokwezîra Brîtanyayê diyar kir ku vegerîna terorîstan nav vî welatî jê re fukaran çê dike û ji welatên grûpa G-7 xwest li xebata dijî terorîzmê bi Brîtanyayê re hevkariyê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serokwezîra Brîtanyayê Tresa May li civîna G-7 li Sîsîla Îtaliya diyar kir ku vegerîna terorîstan brîtanyayî nav vî welatî ku niha li Iraq û Sûriyê li kêlega terorîstên din şer dikin jê re fukaran çê dike û ji welatên G-7 xwest ku alîkariya vî welatî bikin ta ku ew bikaribin pêşiya ketina terorîstan nav Brîtanyayê bigre.

Wê got: Pêwîst e welatên G-7 agehdariyên tam li bara terorîstan bidin ber destê Brîtanyayê ta ku ev terorîstana pêş  ku bigehêjin Brîtanyayê li welatên din bêne naskirin û bêne girtin.

Hatiye ragihandin, herî kêm 800 welatiyên Brîtanyayê endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê ne û niha nîvek ji wan zivirîne nav vî welatî.

Selman Abidî sebebkarê kiryara terorîstî ya Mençesterê yek ji van terorîstan bûye ku pêştir ji vî welatî çûye derve û fêrî kiryarên terorîstî bûye.

Polîsê Brîtanyayê roja sêşemiyê bi dayîna daxûyniyekê ragihand ku mêrekî 23 salî li başûrê Mençesterê têkildarî bûyera têroîstî ya êvara duşemiyê li vî bajarî girtiye.

Werzişgeha sergirtî ya Mençesterê şeva buhurî di dema lidarxistina konsertekê de lê teqîneke bixuf û tirsnak qewimî.

Teqîn demekê qewimî ku konserta Arna Grandê bi dawî dibû û gel li halê derketina ji cihê lidarxistina wê bû.

Li vê bûyerê 22 kes hatin kuştin û 59 kes jî birîndar bûn