Rûsiyê tawana dabînkirina çekên Talibanê red kir
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, îdiaya rayedarên emerîkî derheq şandina çekan ji aliyê Rûsiyê bo Talibanê li Efxansitanê derew da zanîn.
Li gorî rapora ISNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev Lamberto Zannier, sekreterê giştî yê Rêxistina ewlehî û Hevkariyê li Ewrûpayê got: Îdiayên derheq şandina çekên Rûsiyê bo Talibanê li Efxansitanê tam pûç û derew in.
Piştî ku Can Nîklêson, generalê pilebilind ê emerîkî li Efxansitanê, Moskowa bi dabînkirina çekan bo Talibanê tawanbar kir, Cêyms Metîs wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê jî ragihand ku ev welata dê li hember Rûsiyê raweste.
Nêzîkî 10 hezar hêzên emerîkî li Efxansitanê, bi cih bûne û Emerîka îdia dike ku armanca bicihkirina hêêzn hanê, parastina ewlehiyê li seranserê Efxansitanê ye.
Işkesta Emerîkayê li warê dabînkirina ewlehiyê û astengbûna hêzên vî welatî û NATOyê li qopiya Efxansitanê bû sedem ku Waşengton bi mehna bêewlehiya Efxansitanê hêzên xwe li vî welatî xurt bike.