Nîsan 24, 2017 08:38 Asia/Tehran
  • Wezareta karên hunir a Firansayê: Makron û Lopen du berbijarên pêşketî li hilbijartinên Firansayê ne

Emmanuel Jean-Michel Frédéric Macron û Marine Le Pen li hilbijartina serokkomariya Firansayê para pirtir a dengan anîne dest.

Li gor rapora ajansa nûçan a Îtartasê, Wezareta karên hundir a Firansayê îro duşemê ragihand; namzedê serbixwe  Emmanuel Macron ji sedî 23.82`ê dengan wergirt û bû yekemîn û namzeda Partiya Niştîmanî Marine Le Pen jî ji sedî 21.6`ê dengan wergirt.

Herwisa hatiye ragihandin ku namazedê Partiya Komarxwaz, François Fillon %20`ê dengan bi dest xwe aniye.

Herwiha namezdê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon jî %19.5`ê dengan û namzedê partiya Sosyalîst Benoît Hamon %6`ê dengan bi dest xisitn.

Wezareta karên hundir a Firansayê ragihandiye ku heta niha 46 milyon deng ji 46 milyon û 900 hezar dengên giştî li vî welatî hatine hejmartin.

Li gorî encamên hilbijartinê Emmanuel Macron û Marine Le Pen diçin bo dewra duyan a hilbijartinan.

hilbijartinên serokomarîya Fransayê ji siet 8`ê duh yekşemê destpê bûne û yê heta siet 7`ê vêarê ser wextê Parîsê berdewam kir. 

11 berbijar li hilbijartinên îro ketine rikeberîyê.

Qonaxa duyemîn a hilbijartinên Serokomariya Fransa wê di 7`ê Gulana 2017`an de pêk were.