Adar 23, 2017 19:12 Asia/Tehran
  • Serokwezîra Ingilîsê mukur hat: Dezgehên ewlehîyê yên vî welatî lawaz in

Tirêza Mêy serokwezîra Ingilîsê îro li koma endamên parlimana vî welatî li xwe mukur hat ku têrorîstê ku duh li nêzîkî parlimanê êrişî gel kir jibo dezgehên ewlehîya vî welatî kesekî naskirî bû.

Serokwezîra Ingilîsê dibêje ku êrişker li Ingilîsê hatîye dinyayê û polîs û dezgehên lêzanînê wî nas dikin. Mêy pêkutîyê dike ku asta gefa herî gelekî bilind e û imkana dubarebûna êrişên bi vî rengî heye.

Fermandetîya polîsên têkoşîna dijî têrorîsmê ya Ingilîsê êrişa têrorîstî ya duh danê êvarê li Londonê got: Di encama vê bûyerê da herîkêm 5 kes hatin kuştinê û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a BBC`yê, Mark Rolî cîgirê fermandeyê polîsên dijî têrorîsmê yê Ingilîsê şeva buhurî bi gotina vîya ku lêkolînên li bara hegera bûyera ewlehîyê ya Londonê didomin, ragihand: Ev êrişa wê demê destpê bû ku maşînekê li ser pira Westminsterê ya nêzîkî parlamentoya Îngilistanê da ser xelkê û di encamê da çend kes birîndar bûn.