Sibat 25, 2017 09:07 Asia/Tehran
  • Mosko: Em ê boykotên Konseya Ewlehiyê li dijî Şamê Vêto bikin

Rûsiyê êvara îniyê ragihand ku ev welata dê her cûre biryarnameyekê li bara boykotkirina Sûriyê bi îdiaya bikaranîna çekên kîmiyayî Vêto bike.

Li gorî rapora El-Alemê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya vê saziyê bi caran hewil dane ku her cûre bikaranîna çekên qedexe ji aliyê têrorîstan va bavêjin ustiyê Şamê.

Pêştir navenda amerîkî ya lêkolînên li bara têrorîstên DAIŞ`ê nasyar bi IHS`ê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an va zêde ji 71 caran çekên kîmiyayî li Iraq û Sûriyê li dijî gelê van du welatana bi kar anîne.

Her wiha li gorî raporên wezareta berevaniyê ya Rûsiyê, komên têrorîst li Sûriyê çend caran çekên kîmiyayî bi kar anîne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Tirkiye, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye.