Sibat 24, 2017 17:27 Asia/Tehran
  • Şermkirina amerîkîyan ji ber kiryarên Trump

Encamên rapirsîyeke nû nîşan didin ku pirranîya gelê Amerîkayê ji ber karên serokomarê vî welatî şermê dikin.

Li gorî rapora PressTv`yê, encamên rapirsîya navenda ankêtan a Mek Kilatçî`yê (Marîst McClatchy-Marist) nîşan didin ku ji sedî 58`ê pişkdarê vê rapirsîyê jibo wesifandina hestên xwe li bara yekemîn meha serokomarîya Donald Trump li Amerîkayê peyva`` şermizarî û şermkirinê`` bikar anîne.

Li gorî vê raporê, tenê ji sedî 33`yê kesên li vê rapirsîyê bersiv dane, ji karên Trump heta vê gavê zarî ne.

Li gorî encamên vê rapirsîyê hema bêje nîvê gelê Amerîkayê li dijî kiryarên Trump in û tenê ji sedî 41 karên wî qebûl dikin.

Zêde ji nîvê kesên pişkdarê vê rapirsîyê jî ser vê bawerê ne ku herîkêm yek ji kiryarên Trump wekî serokomarê Amerîkayê yan neqanûnî û yan derveyî exlaqê bûye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 20`ê meha Çilê da sonda serokomarîyê xwar, li halekî ku gellek karên wî ji wan fermana qedexekirina hatina welatîyên 7 welatên islamî bo nav Amerîkayê pêrgî berteka tund a xelkên dinyayê bûne.