Destpêbûna kûpa cehanî ya gulleavêtinê li Hindûstanê bi pişkdarîya werzişkarên îranî
Yekemîn pêşbirkên kûpa cehanî ya gulleavêtinê di sala 2017`ê da, îro bi pişkdarîya 452 wezrişkarên ji 49 welatên dinyayê ji wan Îranê li Dêhlîya Nû destpê bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, werzişkarên îranî yên beşa gulleavêtinê îro di yekemîn roja destpêbûna van pêşbirkana da yê li du beşên mêr û jinan li çiqa 10 mêtrê pişkdar bibin û fînala vê beşê jî hema yê îro bê lidarxistin.
Tîma werzişkarên Îranê ji 8 kesan li her du beşên jin û mêran pêk tê, biryar e ku li beşa 10 mêtrî û demançê pişkdar be.
Ev dewra pêşbirkan yê roja 1`ê Adarê kuta bibe.
Qonaxa duyem a kûpa cehanî ya gulleavêtinê jî yê ji 7 heta 27`ê Adarê bê lidarxistinê.
Qonaxên din ên pêşbirkên kûpa cehanî ya gulleavêtinê yê bi mazûvanîya komara Azerbaycanê û Almanîyayê bên birêxistinê.