Yekim êrişa hewayî ya hevpar a Rûsiyê û Tirkiyê li Sûriyê
Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê ragihand Tirkiye û Rûsiye yekim êrişa hewayî ay xwe ya hevpar li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê cih anîne.
Li gorî rapora Russia Todayê, wezareta berevaniyê ya Rûsiyê li bara destpêbûna operasyona hevpar a hewayî tev Tirkiyê li êrişa ser meqerên DAIŞ`ê li derdora bajarê Babê agahî da.
Seygerî Rodskoy serokê operasyona hevpara erkantiay giştî ay hêzên çekdar a Rûsiyê çarşemiyê li daxûyaniyekê ragihand: 9 Balefirên cengê yên hêza hewayî ya Rûsiyê ji wan 4 balefirên cengê yên Su-24, 4 Su-25 ş balefireke cengê ya Su-34 bi beşdariya 8 balefirên cengê yên Tirkiyê ji wan 4 F-16 û 4 F-4 bi hevdengiya aliyê sûrî li operasyoneke hewayî li Sûriyê beşdarî kirine.
Wî got ku eva yekim car e hêza hewayî ya Rûsiyê û Tirkiyê jibo işkestdayîna DAIŞê operasyona hevpar cih tînin.
Rodskoy got DAIŞ`ê niha êrişên berfireh ser hêzên artêşa Sûriyê li bajarê Deyr Zûrê destpê kiriye.