Daxwaza parlemana Ewrûpa bona vekirina dosiyekê li ser cinayetên DAIŞ
Parlemana Ewrûpa ji welatên Yeketiya Ewrûpa xwest dosiya cinayetên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û Jenosayda vê grûpê li Iraq, Sûriye û Lîbiyê vekin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Firansayê, Parlemana Ewrûpa li daxûyaniya xwe ya îro pêncşemê ji welatên Yeketiya Ewrûpa xwest dosiya cinayetên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û Jenosayda vê grûpê li Iraq, Sûriye û Lîbiyê vekin ta ku dîwana kêyferî ya navnetewî bikaribe li vê barê lêkolînê bike.
Parlemana Ewrûpa pêştir ragihandibû ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê derheq Mesîhî, Îzidî û kêmaniyên dine eşîreyî û mezhebî jenosayîd pêk aniye.
Nûnerên Parlemana Ewrûpa bilî pêşwaziya ji operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û êrişa ser vê grûpa terorîstî ji aliyên şêr li Iraqê xwest ku mijarê curekê amade bikin ta ku xelkê sivîl bikaribin ji Mûsilê derkevin.