Îlon 26, 2016 21:02 Asia/Tehran
  • Rexneya tund a Rûsiyayê ji gotinên baylozên Amerîka, Ingilîz û Fransayê li NY

Rûsiyayê gotinên baylozên Amerîka, Ingilîz û Fransayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li bara êrişên artêşa vî welatî dijî pêgehên terorîstan li Sûriyê bi şîdet rexne kir.

Li gor rapora ajansa Fransayê, Dmitri Peskov berdevkê Koşka Krêmlînê ya Rûsiyayê li gotinên xwe yên îro duşemê destnîşan kir; Gotinên baylozên Amerîka, Ingilîz û Fransayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî ku artêşa Rûsiyayê li nav axa Sûriyê bi cinayetên şerî tawanbar kirirne bi tamî nedirust in.

Dmitri Peskov bal kişande ser rewşa li hev aliyayî ku niha li nav Sûriyê çê bûye û grûpên terorîstî yên nav Sûriyê tawanbar kirin ku agirbesê ser xêra xwe bikar tînin û wê wek mecalek bona bi hêzkirina xwe û êrişa du carî ya ser xelkê Sûriyê dizanin.

Dmitri Peskov destnîşan kir; Ev gotinên wiha dikarin li ser peywendiyên Rûsiyayê tev welatên wekî Amerîka, Îngilîz û Fransayê tesîreke xirab dayîne.

Berdevkê Koşka Krêmlînê ya Rûsiyayê herwisa ragihand ku Moskova ji dewama gotûbêjên dîplomatîk di navbera aliyên sûrî bona damezirîna aşitiyê li nav Sûriyê pêşwazî dike.

Samanta Pawir, Matî Rîgrof, Franswa Dilatêr nûnerên Amerîka, Ingilîz û Firansayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî pêştir êrişên hewayî yên Rûsiyayê ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê rexne kirin û Moskova bi êrişên organîzekirî yên ser Helebê tawanbar kiribû.