Tebax 24, 2016 19:18 Asia/Tehran
  • Li Taylandê teqîn: Kesek mir 29 kes jî birîndar bûn

Li herêma Pattaniyê ya Taylandê li nêzî sînorê Malezyayê teqînek qewimî û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 29 kes jî birîndar bûn.

Herêma Pattaniyê bi taybetî ku geştyarên rojavayî tênê, li beriya otêleke biçûk bombeya ku li wesayîtê hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de gelek ziyanên madî jî çêbûne.

Li herêma Pattaniyê di meha Adarê de 10 êrişên terorê pêk hatin û di encamê de gelek kes jî birîndar bûn.