Tebax 16, 2019 11:14 Asia/Tehran
  • Şêx Zekzakî bi awayekî nerazî ji Hindê zivirî

Rêberê Tevgera Islamî ya Nîcêrîyê Şêx- Ibrahîm Zekzakî bi hegera nerazîbûna ji ber demajoya dermankirinê, berbendên ewlehîyê û nebûna pizişkên bawerpêkirî, şeva buhurî ji Paytexta Hindê şarê Dêhlîya Nû çû Paytexta Nîcêrîyê şarê Ebûcayê.

Rêberê Tevgera Islamî ya Nîcêrîyê Şêx- Ibrahîm Zekzakî şeva buhurî di peyameke vîdyoyî da ragihand ku rewşa tenduristîya wî nebaş e û dewleta Nîcêrîyê derbarê rewşa tenduristîya wî da agahîyên nerast dane dewleta Hindê û di demajoya dermankirina wî da astengî derxistine.

Berî vîya jî keç û çend çavkanîyên nêzîkî Zekzakî û çalakên Tevgera Islamî ya Nîcêrîyê hişyarî dabûn ku ew di rastîyê de li nexweşxanê hatîye zîndanîkirinê û dermankirina wî destpê nebûye.

Ligorî gotina Berpirsê Navenda Mafên Mirovên Islamî ya Londonê Mesûd Şecere, demajoya dermankirina Şêx Zekzakî li Hindê gellekî pîs û xirab bû û bi wî ra wekî tawanbaran serederî dikirin.